Çend terorîstên DAIŞê di encama êrişa xwefirên iraqî ser Kerkûkê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i341135-Çend_terorîstên_daiŞê_di_encama_êrişa_xwefirên_iraqî_ser_kerkûkê_hatin_kuştin
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku di encama êrişa xwefirên iraqî ser Kerkûkê çend terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2023 12:00 Asia/Tehran
  • Çend terorîstên DAIŞê di encama êrişa xwefirên iraqî ser Kerkûkê hatin kuştin

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku di encama êrişa xwefirên iraqî ser Kerkûkê çend terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

 Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê di daxûyaniyekê de ragihand ku : Li gor belgeyên Dayireya Lêzanînên Eskerî yên pîlotên hêza hewayî ya Iraqê bi balefirên F-16, êrişkeke serketî kirin ser tekfîriyên li navçeya Wadî El-Şayê li navçeya operasyonê ya Kerkûkê. 

 Di daxûyaniya fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê de hatiye: Di encama vê êrişê de çend endamên DAIŞê hatin kuştin û hinek meqerên wan hatin têkbirin. 

 Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bona piştrastbûna jj viya ku DAIŞ yê cardinê  nederkeve holê û xebatê neke, ramalîn û şopandina paşmayiyên vê koma terorîst li seranserê welêt didomînin.