Fuad Hisên teqez kir ku ti gotûbêjeke niftê navbera Bexda û Enqereyê tinebûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i341112-fuad_hisên_teqez_kir_ku_ti_gotûbêjeke_niftê_navbera_bexda_û_enqereyê_tinebûye
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand: Ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê lihevkirin pêk hatiye, lê heta îro ti gotûbêjek navebra Iraq û Tirkiyê tinebûye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 04, 2023 12:47 Asia/Tehran
  • Fuad Hisên teqez kir ku ti gotûbêjeke niftê navbera Bexda û Enqereyê tinebûye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand: Ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê lihevkirin pêk hatiye, lê heta îro ti gotûbêjek navebra Iraq û Tirkiyê tinebûye.

Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê tevî amajeya bi hevkariyên pêkhatî ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê, got: Lihevkirin di vî warî da pêk hatiye, lê gotûbêjên cûrbicûr digel kompaniyên bikirrê niftê ev kiryar paşda avêtiye; Iraqê digel kompaniyên niftê li hev kiriye. Di dema niha da qonaxeke din maye ku ew jî serdana desteya hevpar a Bexda û Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiyê ye. Helbet heta niha ti danûstandineke Iraqê digel Tirkiyê ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê tinebûye, lê li gorî lihevkirinên navbera Hewlêr û Bexdayê, hinardekirina nifta Herêmê ti berbendeke qanûnî tineye.

Wî her wiha pêşnumaya Qanûna Bûceyê got: Ev pêşnuma di hikûmetê da hatiye kemilandin û niha li parlimanê ye û ji bo cihanîna wê hewcetî bi meh û nîvekê heta du mehan dem heye.

Fuad Hisên amaje şandina 400 miliyar dînar pere ji Bexdayê bo Hewlêrê kir û got: Heta dema cihanîna Qanûna Bûceyê ya Iraqê, Bexda divê mehê pereyê diyarkirî bişîne bo Herêmê.