Heyder Ebadî: Di dewra dagirkerîya Amerîkayê da, herî zêde dolar ji Iraqê hat derxistin
Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Di dewra hikimdarîya Paul Bremer hikimdarê amerîkî yê Iraqê dolarê herî zêde ji vî welatî hat derxistin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvînekê da got: Asta firotina dolar di serdema bicihbûna hêzên dagirker ên amerîkî li Iraqê û di dewra serokatîya Paul Bremer da bi awayekî bêmînak di dîrokê da jorda çû.
Ebadî herwiha got: Di salên 2015- 2017ê da 130 milyard dolar derhata niftê ket ber destê Iraqê di halekî da ku di 3 salên berî wê da nîvê wê astê bû.
Eva di halekî da ye ku Iraq di yek sala vê dawîyê da pêrgî qeyrana jordaçûna bihaya dolar, bihabûna xwarekê û xizmetguzarîyan bûye.
Paul Bremer ku wek wekîlê Georg Bush ji 11`ê Gulana sala 2003yê va heta 28ê Hezîrana sala 2004ê wek serokomar li Iraqê bû, hin biryar dan ku bandora wan hela jî di abor û sîyaseta Iraqê da maye.