Sendêrz xitabî Trump: Şerê li dijî Îranê bi dawî bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358856-sendêrz_xitabî_trump_Şerê_li_dijî_Îranê_bi_dawî_bînin
Senatorê demokrat ê Amerîkî di peyamekê de destpêkirina êrişên Amerîkayê ser Îranê şermezar kir û xitabî Donald Trump tekez kir: Şerê li dijî Îranê bi dawî bînin.
(last modified 2026-07-09T12:59:54+00:00 )
Tîrmeh 09, 2026 16:27 Asia/Tehran
  • Sendêrz xitabî Trump: Şerê li dijî Îranê bi dawî bînin

Senatorê demokrat ê Amerîkî di peyamekê de destpêkirina êrişên Amerîkayê ser Îranê şermezar kir û xitabî Donald Trump tekez kir: Şerê li dijî Îranê bi dawî bînin.

Sendêrz di peyamekê de li ser tora civakî ya X`ê nivîsî: Destpêkirina şêr bêyî heger û şaştiya Trump li dijî Îranê dê Amerîkayê bihêztir neke. Wî got: Ji ber vî şerî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û diravê gelek kesên ku sermalê didin, xisar bû. Vî senatorê amerîkî di dewamê de jî bal kişand ser vê yekê ku Donald Trump, ji ber hegerên pûç û derew Amerîka tevlî şerê bi Îranê re kir û got: Di demekê de ku hîna mehek li ser ragihandina agirbesa bi Îranê re derbas nabûye, Trump ragihandiye ku ev agirbes bi dawî bûye. Senderz destnîşan kir: Şerê li dijî Îranê bi dawî bînin.