11 welatên erebî Pêncşemî wek roja yekem a meha Remezanê ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340303-11_welatên_erebî_pêncşemî_wek_roja_yekem_a_meha_remezanê_ragihandin
Di daxuyaniya fermî ya welatên Erebistan, Misr, Filistîn, Sûriye, Sûdan, Yemen, Iraq, Qeter, Imarat, Kuweyt û Behreynê ji bilî Omanê da hatiye ku roja Pêncşemiyê dê destpêka meha Remezanê ya pîroz be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2023 14:36 Asia/Tehran
  • 11 welatên erebî Pêncşemî wek roja yekem a meha Remezanê ragihandin

Di daxuyaniya fermî ya welatên Erebistan, Misr, Filistîn, Sûriye, Sûdan, Yemen, Iraq, Qeter, Imarat, Kuweyt û Behreynê ji bilî Omanê da hatiye ku roja Pêncşemiyê dê destpêka meha Remezanê ya pîroz be.

Li gorî rapora IRNA’yê, Hikûmeta Omanê ragihand ku hîn dîtina Hîlala Heyvê Remezanê nehatiye selimandin.

Wezreta Ewqafê ya Omanê vê dawiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku êvara Çarşemiyê wê careke din dîtina Hîlalê vekolîne.

Beriya vêya Îranê jî roja Pêncşemiyê, 3ê Adarê wek destpêka Heyva Rojîyê ragihandibû.