Adar 17, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê rêz li malbatên şehîdên îranî yên şerê dijî DAIŞ’ê girt

Serokwezîrê Iraqê got ku dewlet û gelê Iraqê fidakarîyên wêrekane yên şehîdan ji bîr nakin û Komara Islamî ya Îranê di sekinîna hibmerî terorîsmê da hertim li rex Iraqê bûye.

Serokwezîrê Iraqê “Mihemed Şîya Sûdanî” di hevdîtina digel hejmarek malbatên kesên xwebexş ên îranî ku di şerê himberî koma terorîst a DAIŞ’ê da li Iraqê şehîd bûne, rêz li wan girt û pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê di şerê dijî terorîsmê da hertim li rex Iraqê bûye û got: “Dewlet û gelê Iraqê fidakarîyên wêrekane yên şehîdan ji bîr nakin û di vî şerî da xwîna şehîdên iraqî û îranî têkelî hev bû.”

Sûdanî amajeyî têkilîyên civakî, dînî û dîrokî yên di navbera her du gelên dost ên Îran û Iraqê da kir û got: “Hêja ye ku hemî iraqî û hêzên azadîxwaz li cîhanê berxwedana birûmet a wan azadîxwazên şehîd ji bîr nekin û her kes ji bo zindîragiritna bîra wan şehîdana hewil bide.”

 

Serepeyv