Adar 06, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Iraq: Di pêşerojê de em ê rastî nifşeke nû ya DAIŞ’ê bên

Berdevkê Fermandetiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got: “Di çend salên bê de em ê rastî nifşeke nû ya terorîstên DAIŞ’ê bên ku me ti agahî derbarê wan tine.”

‘Yehya Resûl’ Berdevkê Frmandetiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got, dibe ku di pênc an deh salên bê de em bi hinek terorîstan re şêr bikin ku me ti agahiyek derbarê wan tineye ku bi salan, bi bîr û hizrên tekfîrî hatine perwerdekirin û ti tiştek bo dûrkirina zarokan ji vê hizr û perwerdeyê tineye.

 Berdevkê Fermandetiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê destnîşan kir, DAIŞ ji hêla eskerî va bi dawî nebûye û Iraq li şerên azadkirinê de, pergala eskerî ya vê koma terorîst ji nav biriye.

 Resûl derbarê çavkaniyên dabînkirina çekên terorîstan jî got: “Cihên xweveşartin û çeperên DAIŞ’ê li çol û beyar û navçeyên çiyayî ne, lê bi giştî DAIŞ ji bo dabînkirina hewcetiyên xwe di warê çek û sîlehan de gelekî ketiye nav astengiyê.”

 

Serepeyv