Çar endamên Hêzên Seferberîya Eşîran ên Iraqê ji ber êrîşa DAIŞ’ê şehîd bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339774-Çar_endamên_hêzên_seferberîya_eşîran_ên_iraqê_ji_ber_êrîşa_daiŞ’ê_şehîd_bûn
Çar endamên Hêzên Seferberîya Eşîran ên Iraqê di encama êrîşa koma terorîstî ya DAIŞ’ê li parêzgeha El-Enbarê şehîd bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2023 10:47 Asia/Tehran
  • Çar endamên Hêzên Seferberîya Eşîran ên Iraqê ji ber êrîşa DAIŞ’ê şehîd bûn

Çar endamên Hêzên Seferberîya Eşîran ên Iraqê di encama êrîşa koma terorîstî ya DAIŞ’ê li parêzgeha El-Enbarê şehîd bûn.

Li gorî rapora malpera Baghdad Al-Youm’ê, Terorîstên DAIŞ’ê êrîşî ser baregeha Hêzên Seferberîya Eşîran ên Iraqê (Heşda Eşîran) li gundê El-Xezûmeyê yê navçeya Hîtê li parêzgeha Enbarê kirin û di encamê da çar endamên vê hêzê şehîd bûn.

Li pey vê êrîşê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê asta hebûna xwe li navçeya Hîtê zêdetir kirine û li dû girtina sebebkarên vê êrîşa terorîstî ne.

Di rojên dawî da terorîstên DAIŞ’ê careke din valatîya ewlehiyê li hin navçeyên Iraqê bi kar anîne û operasyonên terorîstî pêk anîne.