Vîna Iraqê ji bo dewama peywendiyên bazirganî tev Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339587-vîna_iraqê_ji_bo_dewama_peywendiyên_bazirganî_tev_Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê vîn û îradeya vî welatî ji bo domandina peywendiyên bazirganî digel Îranê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2023 13:49 Asia/Tehran
  •  Vîna Iraqê ji bo dewama peywendiyên bazirganî tev Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê vîn û îradeya vî welatî ji bo domandina peywendiyên bazirganî digel Îranê ragihand.

Hebûna sînorê herî dirêj li nav welatên cînar (derdora 1258 kîlomitr sînorê bejahî û 351 kîlomitr sînorê avî), peywendiyên nijadî, dîrokî, zimanî, babetên hevpar ên dînî û hebûna gef û berjwendiyên aborî û ewlehî yên hevpar ji babetên girîng di danûstandinên Îran û Iraqê ne.

Li gorî rapora Rûdawê ya roja Înîyê, “Fuad Hisên” Wezîrê Karên Derve yê Iraqê tevî amajeya bi vêya ku Iraqê gelek peywendiyên bazirganî bi Îranê ra henem got ku asta danûstandina bazirganî ya Iraqê digel Îranê ji bilî gaz û ceryanê digihêje derdora 13 miliyar dolarî.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got ku ev asta dê bigihêje 17 an 187 miliyar dolarî.