Sekreterê El-Nucebayê: Mafê ti hêzekî amerîkî tune ku li Iraqê be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339479-sekreterê_el_nucebayê_mafê_ti_hêzekî_amerîkî_tune_ku_li_iraqê_be
Sekreterê Giştî yê Tevgera El-Nuceba ya Iraqê got: Ti hevaltiyek bi Amerîkayê ra tune û Amerîka dê hertim dijmin be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2023 06:21 Asia/Tehran
  • Sekreterê El-Nucebayê: Mafê ti hêzekî amerîkî tune ku li Iraqê be

Sekreterê Giştî yê Tevgera El-Nuceba ya Iraqê got: Ti hevaltiyek bi Amerîkayê ra tune û Amerîka dê hertim dijmin be.

Şêx “Ekrem El-Ke’bî” Sekreterê Giştî yê Tevgera El-Nuceba ya Iraqê di hevdîtina digel komeke têkoşerên canbaz ên vê tevgerê tevî sipasiya ji fîdakariya têkoşerên xwebexş di şerê li dijî dagirkerî û terorîsma tekfîrî da got: Rêya cîhadê didome ûbereyên şêrr hema wisa germ û gurr in; ji ber ku dijmin hîn jî heye.

“Ekrem El-Ke’bî” tekez kir: Heta wê demê ku Amerîka û siyonîsma îsraîlî ji bo şerê dijî Xwedê û dîn û mirovahiyê rabûne, bawermendên li pîrozwerî û nirxên resen divê li hemberî wan rawestin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera El-Nuceba ya Iraqê got: Em hebûna hêzên amerîkî ji misteşar, teknesiyen û hêzên şerkar li Iraqê napejirînin û helwêsta Berxwedanê di vî warî da dê ti wextî neyê guhertin.