Operasyona dijî paşmayîyên DAIŞ'ê li Iraqê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339227-operasyona_dijî_paşmayîyên_daiŞ'ê_li_iraqê_didome
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku operasyona li dijî paşmayîyên DAIŞ'ê û girtina hejmareke tekfîriyan li 5 parêzgehên vî welatî didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2023 15:03 Asia/Tehran
  • Operasyona dijî paşmayîyên DAIŞ'ê li Iraqê didome

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku operasyona li dijî paşmayîyên DAIŞ'ê û girtina hejmareke tekfîriyan li 5 parêzgehên vî welatî didome.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Iraqê (WA'), Rêveberiya Istixarata Artêşa Iraqê roja Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên vî welatî di opersyoneke pêşîlêgirtinê da li parêzgehên Bexda, Enbar, Kerkûk, Samera û Neynewayê 7 terorîstên DAIŞ'ê li bajarên Hît, Mûsil, Samerra, Kerkûk û Dewreyê girtine.

Di daxuyaniya Rêveberiya Istixarata Artêşa Iraqê da hatiye: Girtina van kesan li gorî qanûna têkoşîan dijî terorîsmê bûye û hemî kes radestî Saziya Dadweriyê hatine kirin.