‘Çalakkirina lihevkirinên dadwerîyê’, mijara hevdîtinên Xerîb-Abadî li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339194-Çalakkirina_lihevkirinên_dadwerîyê’_mijara_hevdîtinên_xerîb_abadî_li_iraqê
Cîgirê Wezîrê Dadwerîyê yê Îranê di beşa navneteweyî da û Wezîrê Dadê yê Iraqê têkildarî hevkarîyên her du welatan di warê dadwerîyê da ji wan çalakkirina liyêkgiheştiname û lihevkirinên berê yên di navbera her du welatan da rawêjkarî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2023 10:29 Asia/Tehran
  • ‘Çalakkirina lihevkirinên dadwerîyê’, mijara hevdîtinên Xerîb-Abadî li Iraqê

Cîgirê Wezîrê Dadwerîyê yê Îranê di beşa navneteweyî da û Wezîrê Dadê yê Iraqê têkildarî hevkarîyên her du welatan di warê dadwerîyê da ji wan çalakkirina liyêkgiheştiname û lihevkirinên berê yên di navbera her du welatan da rawêjkarî kirin.

Cîgirê Wezîrê Dadwerîyê yê Îranê di beşa navneteweyî da “Kazim Xerîb-abadî” ku di eynî demê da ‘Sekreterê Dezgeha Mafên Merivan a Îranê’ ye, şeva buhurî li Bexdayê bi Wezîrê Dadê yê Iraqê “Xalid Şiwanî” ra hevdîtin pêk anî û her du alîyan di wê civînê da basa berfirekirina hevkarîyên her du welatan di warê dadwerîyê da kirin.

Xerîbabadî herwiha bi rayedarên pillebilind ên dadwerîyê yên Iraqê ra derbara babetên cûr bi cûr da gotûbêj û rawêjkarî kirîye.

Şopandin û lezandina dosyeya terorkirina fermandeyên şehîd ên ‘‘Berxwedanê’’ ji wan destûrkarên sereke di seredana Xerîbabadî ya Iraqê da ye, seredana ku li gorî gazîkirina Serokê Dezgeha Dadê ya Iraqê pêk hatîye.

Xerîbabadî têkildarî vê seredana xwe pêgirî ser lezandina şopandin û kemilandina dosyeya terorkirina fermandeyên pillebilind ên ‘‘Berxwedanê’’ kir û got: “Di seredana sêrojî bo Iraqê da, ev dosye yê bi awayekî ciddî were şopandin.”