“Bila hikûmet biryara parlimanê ya derxistina amerîkîyan ji Iraqê bi cih bîne”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338918-bila_hikûmet_biryara_parlimanê_ya_derxistina_amerîkîyan_ji_iraqê_bi_cih_bîne
Berdevkê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê pêgirî kir ku pêwîst e biryara parlimana vî welatî ya derxistina amerîkîyan were bicihanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2023 11:24 Asia/Tehran
  • “Bila hikûmet biryara parlimanê ya derxistina amerîkîyan ji Iraqê bi cih bîne”

Berdevkê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê pêgirî kir ku pêwîst e biryara parlimana vî welatî ya derxistina amerîkîyan were bicihanîn.

Berdevkê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê Mehmûd Rebîyî got: “Helwêsta me himberî hebûna hêzên amerîkî neguhêr û zelal e û em ji hikûmeta Iraqê dixwazin ku dawî li vê dosîyeyê bîne û biryara parlimanê bi cih bîne.”

Rebîyî herwiha got: “Sersekreterê Esaib Ehli Heq a Iraqê Qêys Xez’lî di hevpeyvîna digel Şebekeya Al Iraqiyeyê da bi aşkirayî basa helwêsta me kir.”

Berdevkê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê piştî wê basa helwêsta vê tevgerê di vî warî da kir ku Ramangeha Waşîngton’ê idia kiribû ku Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê ne dijî mayîna hêzên amerîkî li Iraqê ye.

Bi dû kiryara terorîstî ya Amerîkayê ya terorkirina Serdar Sipehbod Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Rêxistina Heşdi Şe’bîya Iraqê, parlimana Iraqê bi pesendkirina qanûnekê xwest ku hêzêbn amerîkî ji axa vî welatî derkevin.