Parlemnterekî iraqî: Derfeta cizakirina sebebkarên terora fermandeyên serketinê pêk hatîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338380-parlemnterekî_iraqî_derfeta_cizakirina_sebebkarên_terora_fermandeyên_serketinê_pêk_hatîye
Parlemanterekî iraqî ji dewlet û Dezgeha Dadê ya welatê xwe xwest ku bila sebebkar û hevdestên cinayeta li balefirgeha Bexdayê û terora fermandeyên serketinê ciza bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2022 14:20 Asia/Tehran
  • Parlemnterekî iraqî: Derfeta cizakirina sebebkarên terora fermandeyên serketinê pêk hatîye

Parlemanterekî iraqî ji dewlet û Dezgeha Dadê ya welatê xwe xwest ku bila sebebkar û hevdestên cinayeta li balefirgeha Bexdayê û terora fermandeyên serketinê ciza bike.

 

Muhemed El- Beldawî, Parlemnaterê iraqî got: Derfet bo dewlet û Dezgeha Dadê ya Iraqê amade bûye ku hemî kesên gumanbarê desthebûna di cinayetên li balefirgeha Bexdayê da ji postên hikûmî wêde bibin û wan ciza bikin.

Wî parlimanterê iraqî herwihz got: Berpirsê operasyona terorîstî û herwiha amûrê ku di vê cinayetê de bi kar hatiye, diyar in, lê niha em li dû wê ne ku gelo  kî di van cinayetan da des dest hebûne û kî agahî gîhandin dijminan ji ber ku destê hin alîyan di terora fermandeyên serketinê de hebûne. Lewma xala giring eva ye ku  ew alî bên cizakirin. Parlemnê jî divê derbarê vê yekê de helwêsteke vebirr hebe.

 Serdar Qasim Silêymanî, Fermandê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ku 3 Çilleya 2020`an ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, tev Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Heşda Şebîyê û 8 kesên din di encama  êrişa hewayî ya hêzên terorîst ên emerîkî da li nêzkî balefirgeha Bexdayê şehîd bûn.