Serokwezîrê Iraqê û serokomarê Çînê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338060-serokwezîrê_iraqê_û_serokomarê_Çînê_civiyan
Muhemed Şiya' Sûdanî ku beşdarî civîna aborî ya serokên welatên erebî û Çînê bûye, bi Şî Cînpîng ra civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2022 09:55 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Iraqê û serokomarê Çînê civiyan

Muhemed Şiya' Sûdanî ku beşdarî civîna aborî ya serokên welatên erebî û Çînê bûye, bi Şî Cînpîng ra civiya.

Li gorî rapora malpera El-Sûmiriyeyê, Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Înê li kêleka civîna aborî ya serokên welatên erebî û Çînê bi mazûvaniya Erebistana Siûdî digel Şî Cînpîng serokomarê Çînê civiya.

Ofîsa serokwzîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Di vê hevdîtinê da peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina wê asteke bilindtir ji hevkariyên stratejîk û beşdariya mayînde di warên cûr bi cûr da hatin vekoladin.

Ji aliyê din va, Erebistan û Çînê bi dayîna daxuyaniyeke hevpar tekez kir ku ew ê piştevaniya ji Iraqê bidomînin.

Şî Cînpîng serokomarê Çînê roja Çarşemiyê wek serdaneke fermî gihîşte Erebistana Siûdî.