Agirpêketineke mezin li navenda bajarê Kerbelaya Muella qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338057-agirpêketineke_mezin_li_navenda_bajarê_kerbelaya_muella_qewimî
Çavkaniyên medyayî li Iraqê qala agirpêketineke mezin li navenda bajarê Kerbelaya Muella kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2022 15:02 Asia/Tehran
  • Agirpêketineke mezin li navenda bajarê Kerbelaya Muella qewimî

Çavkaniyên medyayî li Iraqê qala agirpêketineke mezin li navenda bajarê Kerbelaya Muella kir.

Li gorî rapora malpera Kanala El-Ehdê, agir bi depoyeke madeyên xwariniyê li nêzikî Hotêla El-Loloyê li taxa Babxanê li navenda bajarê Kerbelaya Muella ketiye.

Vê malperê bi weşandina dîmenên vê agirpêketinê, nivîsî: Ev agirpêketin li depoyeke kolana El-Elqemiyê li nêzikî tirba paqij a Hezretê Ebas (S) qewimî.

Li gorî vê raporê, tîmên vemirandina êgir bilez xwe gihand cihê bûyerê, lê hatiye ragihandin ku çar kes li nav vê depoyê asê mane.