Sûriye û Iraqê tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên dualî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338043-sûriye_û_iraqê_tekezî_li_ser_berfirehkirina_peywendiyên_dualî_kir
Serokwezîrên Sûriye û Iraqê tekezî li ser meyl û eleqeya welatên xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2022 09:59 Asia/Tehran
  • Sûriye û Iraqê tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên dualî kir

Serokwezîrên Sûriye û Iraqê tekezî li ser meyl û eleqeya welatên xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî kir.

 

Huseyn Ernûs serokwezîrê Sûriyê di têkiliya telefonî tev Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezrê Iraqê da, meyl û meraqa Şamê ji bo pêkanîna zemneyên zêdetir ên hevkariyê di warên abor û geştyariyê da bi bîr xist.

Sûdanî jî qala meyla Bexdayê ji bo peywendiyên avaker digel Şamê kir.

Sûdanî her wiha daxwaza dewama hevahengiya ewlehiyê navbera du aliyan  û dewama şopandina terorîstên reviyayî kir.

Ernûs û Sûdanî tekez kir: Bi saya pêkhatina ewlehiya mayînde li du welatan, rewş dê ji bo hevkariyên Şam û Bexdayê û dabînkirina berjwendiyên neteweyî yên du welatan were dabînkirin.