Serokwezîrê Iraqê: Divê Tirkiye destdirêjiya ser xaka Iraqê rawestîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337601-serokwezîrê_iraqê_divê_tirkiye_destdirêjiya_ser_xaka_iraqê_rawestîne
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek çapemeniyê diyar kir ku pêwîst e Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û êrişên xwe yên ser erd û esmanî yên ser Iraqê rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2022 05:00 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Divê Tirkiye destdirêjiya ser xaka Iraqê rawestîne

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek çapemeniyê diyar kir ku pêwîst e Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û êrişên xwe yên ser erd û esmanî yên ser Iraqê rawestîne.

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, Êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistana vî welatî bênavber dewam dikin. Serokwezîrê Iraqê yê nû Mihemed Şiya Sudanî duh di daxuyaniyeke çapemeniyê de bal kişande ser êrişên artêşa Tirkiyê.

Serokwezîrê Iraqê Sudanî diyar kir ku divê welatên cîran rêz li serweriya xaka Iraqê bigrin û got; “Divê Tirkiye destdirêjiya ser xak û sînorên Iraqê rawestîne. Herwiha divê helwesteke zelal a Tirkiyeyê li ser çareserkirina dosyaya avê ya di navbera her du welatan de hebe.”