Sûdanî bû berpirsê damezirandina kabîneya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337035-sûdanî_bû_berpirsê_damezirandina_kabîneya_iraqê
Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê yê nû 'Muhemed Şiya' El-Sûdanî' kir berpirsê damezirandina kabîneya vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2022 07:15 Asia/Tehran
  • Sûdanî bû berpirsê damezirandina kabîneya Iraqê

Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê yê nû 'Muhemed Şiya' El-Sûdanî' kir berpirsê damezirandina kabîneya vî welatî.

Li gorî rapora rojnameya El-Sebahê, Di civîna duh Pêncşemiyê ya parlimana Iraqê, Ebdulletîf Reşîd wek serokomarê nû yê Iraqê di dora duyem a dengwergirtinê da bi 162 deng karî li hemberî hevrikê xwe Berhem Salih bi ser keve û bi fermî bibe serokomarê Iraqê.

Li gorî vê raporê, Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê yê nû Muhemed Şiya' El-Sûdanî kir berpirsê damezirandina kabîneyê.

Sûdanî piştî wergirtina vê memûriyetê di axaftina xwe ya yekem da got: Ez ê di dema herî lez da kabîneyê damezirînim.