Li Kerkûkê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336907-li_kerkûkê_serkirdeyekî_daiŞê_hat_kuştin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê derbarê kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2022 09:07 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê derbarê kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê agahî da.

Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hat eşkerekirin: “Di proseyeke serbazî ya bêhempa de, cîgirê serbazî yê Kerkûkê terorîst Ebû Mistefa û du hevalên wî, bi hevkariya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, hatin kuştin.”

Herwiha hat eşkerekirin, operasyon li nav xaniyekî li Wadî Zixîton a li parêzgeha Kerkûkê bûye û bi riya firokeyekê hatine armanckirin.