Toreke terorîstî li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibiyê va hat jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336851-toreke_terorîstî_li_kerkûkê_ji_aliyê_heşda_Şeibiyê_va_hat_jinavbirin
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê toreke terorîstî ku dixwest operasiyona xwekujiyê li Kerkûkê pêk bîne, hilweşand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2022 13:59 Asia/Tehran
  • Toreke terorîstî li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibiyê va hat jinavbirin

Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê toreke terorîstî ku dixwest operasiyona xwekujiyê li Kerkûkê pêk bîne, hilweşand.

Hêzên Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê qala jinavbirina toreke terorîstî kir ku dixwest operasiyona xwekujiyê li Kerkûkê pêk bîne.

Li gorî vê raporê, Di vê operasiyona taybet a ewlehiyê da, hêzên fermandetiya Operasiyona Kerkûkê û Heşda Şeribiyê li kêleka hevûdu operasiyon pêk anî û du terorîstên DAIŞê girtin ku piştî lêpirsînê diyar bû wan dixwestiye çend operasiyonên terorîstî li navçeyên cûr bi cûr parêzgeha Kerkûkê bi cih bînin.

Di mehên dawiyê da piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê, bermahî û şaneyên nihênî yên vê koma terorîstî hema wisa bi piştevaniya hin aliyên biyanî hewil didin kiryarên xwe yên terorîstî bidomînin.