Cihên xweveşartina terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatin jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336848-cihên_xweveşartina_terorîstên_daiŞê_li_kerkûkê_hatin_jinavbirin
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê qala jinavbirina cihên xweveşartina terorîstên DAIŞê di encama operasiyona serkeftî ya artêşa vî welatî li parêzgeha Kerkûkê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2022 12:52 Asia/Tehran
  • Cihên xweveşartina terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatin jinavbirin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê qala jinavbirina cihên xweveşartina terorîstên DAIŞê di encama operasiyona serkeftî ya artêşa vî welatî li parêzgeha Kerkûkê kir.

Li gorî rapora Furat Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Hêza asimanî ya artêşa Iraqê karî çeperên terorîstên DAIŞê ji nav bibe.

D vê daxuyaniyê da hatiye: Hêza asimanî ya Iraqê di dewama memûriyeta naskirin û lêgerîna li DAIŞ"iyan, cihên xweveşartina wan li parêzgeha Kerkûkê ji nav birin.

Beriya vêya jî Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku toreke terorîstî ku dixwest operasiyoneke xwekujiyê li Kerkûkê pêk bîne, hilweşandiye.