Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê: Qeyrana Iraqê ber bi bidawîhatinê va ye
Çarçova Hevahengîyê ya Şîeyên Iraqê piştî lidarxistina serkevtî ya civîna duh a parlimanê ragihand ku qeyrana sîyasî ya vî welatî ber bi bidawîhatinê va ye.
Çarçova Hevahengîyê ya Şîeyên Iraqê îro piştî lidarxistina serkevtî ya civîna duh a parlimana vî welatî piştî 2 meh rawestana karê wê, ragihand ku qeyrana sîyasî ya vî welatî ber bi kutabûnê va ye.
Mehmûd Heyanî yek ji rêvebirên Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê ser bi Hevalbendîya Fethê pêgirî kir: Desteyeke sêalî ji hêla PDK, Hevalbendîya Sîyade û Çarçova Hevahengîya Şîeyan va dê bi zûtirkê here Hennanê.
Wî herwiha got: Çarçova Hevagenhîyê ya Şîeyên Iraqê hela jî pabendê pişikdarîya Bereya Sedir di dewleta nû da û yan herîkêm mafên din ên bingehîn û bijartina serokwezîr bi razîbûna Seyîd Muqteda Sedir Rêberê Bereya Sedrê ye.