Rawêjkarîyên pişt derîyên girêdayî ji bo pêkanîna dewleta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336684-rawêjkarîyên_pişt_derîyên_girêdayî_ji_bo_pêkanîna_dewleta_iraqê
Çavkanîyên iraqî ragihandin ku rawêjkarîyên bidûhev bi merema pêkanîna dewleta nû ya vî welatî li pişt derîyên girêdayî tên encamdanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2022 12:32 Asia/Tehran
  • Rawêjkarîyên pişt derîyên girêdayî ji bo pêkanîna dewleta Iraqê

Çavkanîyên iraqî ragihandin ku rawêjkarîyên bidûhev bi merema pêkanîna dewleta nû ya vî welatî li pişt derîyên girêdayî tên encamdanê.

Cemal Ebdulhisên yek ji rêvebirên Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê amajeyî rawêjkarîyên pişt perdê yên ji bo pêkanîna dewleta nû ya vî welatî bi serokwezîrtîya Mihemed Şîya Sûdanî kir û got: Di civînên pişt perdê da Mihemed Şîya Sûdanê wezîrên kabîna xwe destnîşan dike û lihevkirinên berayî derbara wezaretxanên emnî da pêk hatine.

Vî rayedarê iraqî destwerdana Çarçova Hevahengîyê ya Şîeyên Iraqê di demajoya bijartina wezîrên nû da ret kir û got: Di navbera alîyên Çarçova Hevahengîya Şîeyan da têkildarî wezîrên kabînê lihevkirineke gitî heye û em naxwazin ku bi pêkutîya ser bijareyên kivş, demajoya sîyasî li Iraqê zêdetir ji vîya tûşî kêşeyê bikin û em hewil didin ku bi pişikdarîya alîyên din ên iraqî ji wan sunne û kurdan rewşa Iraqê ser u ber bikin.