Fuad Husên: Iraqê peywendiyeke baş bi Îranê ra heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336647-fuad_husên_iraqê_peywendiyeke_baş_bi_Îranê_ra_heye
Wezîrê karên derve yê Iraqê peywendiya Bexda û Tehranê baş nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2022 09:32 Asia/Tehran
  • Fuad Husên: Iraqê peywendiyeke baş bi Îranê ra heye

Wezîrê karên derve yê Iraqê peywendiya Bexda û Tehranê baş nirxand.

Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê roja Pêncşemiyê di gotûbêja bi Kanala El-Cezîreyê ra bi gotina vêya ku Iraqê peywendiyeke baş bi Îranê ra heye, got: Iraq pêşwaziyê li gotûbêjên navokî dike.

Fuad Husên derbarê gotûbêjên Tehran û Riyazê, got: Dora pêncem a gotûbêjên Îran û Erebistanê bi dawî hatiye û Iraq ji bo lidarxistina dora şeşem a van gotûbêjan hewil dide.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Hin nirxandin derbarê vêya ku civîna din a navbera Terhan û Riyazê di asteke ji bilî wezîrên derve yên du welatan da were lidarxistin, tên kirin.

Fuad Husên derbarê peywendiyên Iraq û Tirkiyê jî got: Tirkiye cînareke girîng a Iraaqê ye û du welatan berjwendiyên hevpar hene û divê ji bo berfirehkirina peywendiyan hevtêgihîştinekê bi dest bixin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê her wiha got: Mijara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê bi tundûtûjî û çekê nayê çareserkirin; divê bi Enqereyê ra ji bo bidawîanîna çalakiyên vê partiyê yên çekdar gotûbêj were kirin.

Fuad Husên derbarê rewşa Iraqê ya navxweyî jî got: Gotûbêjên digel hemî tevgerên siyasî didomin û hewil tê dayîn ku civîna parlimanê herî zûtir were lidarxistin.