Dadgeha Federal a Iraqê Kompanya Niştîmanî ya Neftê hilweşand
Îlon 21, 2022 16:44 Asia/Tehran
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro erka Wezîrê Neftê Îhsan Ebdulcebar ya birêvebirina Şîrketa Niştîmanî ya Neftê betal kir.
Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: "Her du xalên du û sê yên biryarên jimare 109 ya sala 2020 û jimare 211 ya sala 2021ê yên Encûmena Wezîrên Iraqê nerewa ne û hatine betalkirin."
Dadgeha Federal a Iraqê herwiha eşkere kir ku betalkirina van her du madeyana bi pêngavên damezrandina Şîrketa Niştimaniya Neftê ya Iraqê û posta Serokê kompaniyê Îhsan Ebdulcebar, wezîrê niha yê neftê yê Iraqê ve girêdayî ye.
Parlamenterê serbixwe Bassem Xişan jî di vî warî da got ku biryara dadgehê dê bendên destûrê cîbicî bike û rê li ber gendelîyê û kesên gendel bigire.