Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê: Terorîst dê bên şopandin
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê ragihand: Terorîst li der cihekî Iraqê dê bên serkutkirin.
Li gorî rapora ajansa Iraqê ya WAI'ê, Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê roja Sêşemiyê got: Civîna ku di navbera fermandetiya sînorvaniya Iraq û Sûriyê da hat lidarxistin girîng bû û di vê civînê da hevkarî û danûstandina zanyariyan ji bo kontrolkirina sînoran û rêgirtin li her cûre binpêkirina ewlehiyê û qaçaxê hat vekolandin.
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê her wiha got: Kiryar û potensiyelê du aliyan nemaze kiryarên Iraqê ji bo kontrolkirina sînoran bi rêya danîna berbendan, têlên bi strî, bircên çavdêriyê û du xetên berevaniyê li ser sînor, yekem hêzên sînorvan û piştra artêşa Iraqê ji mijarên din ên vê civînê bûn.
Xefacî got: Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê zêdetir ji sal û nîvekê li ser sînorên Iraq û Sûriyê xebitî û karî ewlehiya sînor bi tamî dabîn bike û rê li ber qaçaxê bigire.
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê di dewamê da derbarê operasiyona El-Hezerê ku li Nînowayê pêk hat jî got: Gelek destkeftên operasiyona El-Hezerê hebûn û di vê operasiyonê da zanyariyên taybet ji terorîstan û operasiyonên wan hatin bidestxistin.