5 cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li Iraqê hatin naskirin û jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336269-5_cihên_xweveşartinê_yên_terorîstên_daiŞê_li_iraqê_hatin_naskirin_û_jinavbirin
Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê qala keşfkirin û jinavbirina pênc cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 11:22 Asia/Tehran
  • 5 cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li Iraqê hatin naskirin û jinavbirin

Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê qala keşfkirin û jinavbirina pênc cihên xweveşartinê yên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê kir.

Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên ewlehiyê û polîsê federal di operasiyoneke lezgîn û bi bikaranîna dronan 5 cihên xweveşartinê yên koma terorîst a DAIŞê li bintara Çiyayên Hemrînê li parêzgeha Kerkûkê ya bakûrê rojhilatê Iraqê keşf kirin û ew teqandin.

Li gorî ragihandina Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê, di van cihan da hejamreke ekên Klaşînkov, teqemenî, xwarek û alavên patinê hatin dîtin.

Hevdem digel nêzikbûna meşa Erbeyîna Îmam Husên (S), operasiyonên paqijkirin û dabînkirina ewlehiya rê û navçeyên Iraqê ji çeteyên DAIŞê berfireh bûne.