Li parlimana Iraqê 3 roj şîna giştî hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336191-li_parlimana_iraqê_3_roj_şîna_giştî_hat_ragihandin
Serokê parlimana Iraqê di çarçova rêzgirtina li kuştîyên nearamîyên vê dawîyê li Bexdayê, 3 roj şîna giştî li parlimanê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2022 04:11 Asia/Tehran
  • 
Li parlimana Iraqê 3 roj şîna giştî hat ragihandin

Serokê parlimana Iraqê di çarçova rêzgirtina li kuştîyên nearamîyên vê dawîyê li Bexdayê, 3 roj şîna giştî li parlimanê ragihand.

Mihemed Helbûsî Serokê parlimana Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku li gorî daxwaza parlimanteran û wek rêzgiritna li kuştîyên nearamîyên du rojên buhurî li Bexdayê, 3 roj şîna giştî li parlimanê ragihandîye.

Helbûsî herwiha ji Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê xwest ku şîna giştî li welêt ragihîne.

Nearamîyên li Bexdayê wê demê destpê bûn ku hogirên Muqteda Sedir piştî ku wî ragihand ji qada sîyasetê vekişîya, êrişî sazî û dezgehên hikûmî kirin û hinek ji wan dagir kirin ku di encamê da di navbera wan û hêzên emnî yên Iraqê da pevçûn derket.

Di encama wan pevçûnan da 30 kes hatin kuştinê û nêzî 700 kes jî birîndar bûn. Piştî ku alozî giran bûn, Rêberê Bereya Sedir pêr piştî nîvro di axavtinekê da ji gelê Iraqê lêborîn xwest û sietek mecal da hogirên xwe ku ji Devera Kesk a Bexdayê vekişin.