Muqteda Sedir: Kesên ku rahêştin çekan, bila ji Xwedê efûyê bixwazin
Rêberê Bereya Sedir ji Xwedê bo kesên ku rahêştin çekan, efû xwest û ji wan xwest ku ji Xwedê teala efûyê bixwazin û careka din vî karî nekin.
Rêberê Bereya Sedir ji Xwedê bo kesên ku rahêştin çekan, efû xwest û got: Di siberojê da heke ez mam an miribim, vî karî dubare nekin û ji ber rakirina çekê efûyê ji Xwedê bixwazin.
Sedir herwiha got: Ez ji bo malbatên gorîyan sebir û hedarê û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn ji bo birîndaran dixwazim û ji berpirsên fermî dixwazim ku bi awayekî tam daxwaza mafên wan bikin.
Hogirên Bereya Sedir roja Duşemê piştî ku Muqteda Sedir ragihand ku ji qada sîyasetê vekişîya, êrişî qesrên Serokomartî û Serokwezîrtîya Iraqê yên li Devera kesk a Bexdayê kirin.
Şayanî gotinê ye ku di encama nearamîyên di van rojê dawîyê da li Iraqê herîkêm 30 kes hatin kuştinê û zêde ji 700 kesî jî birîndar bûn ku ji birîndaran 110 kes hêzên emnî yên Iraqê ne.
Biryara Muqteda Sedir a jibo vekişîna hogirên wî ji Devera kesk a Bexdayê ku ji hêla hêzên sîyasî va karekî baş hat zanînê, Iraq ji herikîna ber bi şerê navxweyî yê berfire dûr xist.