Muqteda Sedir: Kesên ku rahêştin çekan, bila ji Xwedê efûyê bixwazin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336184-muqteda_sedir_kesên_ku_rahêştin_çekan_bila_ji_xwedê_efûyê_bixwazin
Rêberê Bereya Sedir ji Xwedê bo kesên ku rahêştin çekan, efû xwest û ji wan xwest ku ji Xwedê teala efûyê bixwazin û careka din vî karî nekin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2022 11:34 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir: Kesên ku rahêştin çekan, bila ji Xwedê efûyê bixwazin

Rêberê Bereya Sedir ji Xwedê bo kesên ku rahêştin çekan, efû xwest û ji wan xwest ku ji Xwedê teala efûyê bixwazin û careka din vî karî nekin.

Rêberê Bereya Sedir ji Xwedê bo kesên ku rahêştin çekan, efû xwest û got: Di siberojê da heke ez mam an miribim, vî karî dubare nekin û ji ber rakirina çekê efûyê ji Xwedê bixwazin.

Sedir herwiha got: Ez ji bo malbatên gorîyan sebir û hedarê û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn ji bo birîndaran dixwazim û ji berpirsên fermî dixwazim ku bi awayekî tam daxwaza mafên wan bikin.

Hogirên Bereya Sedir roja Duşemê piştî ku Muqteda Sedir ragihand ku ji qada sîyasetê vekişîya, êrişî qesrên Serokomartî  û Serokwezîrtîya Iraqê yên li Devera kesk a Bexdayê kirin.

Şayanî gotinê ye ku di encama nearamîyên di van rojê dawîyê da li Iraqê herîkêm 30 kes hatin kuştinê û zêde ji 700 kesî jî birîndar bûn ku ji birîndaran 110 kes hêzên emnî yên Iraqê ne.

Biryara Muqteda Sedir a jibo vekişîna hogirên wî ji Devera kesk a Bexdayê ku ji hêla hêzên sîyasî va karekî baş hat zanînê, Iraq ji herikîna ber bi şerê navxweyî yê berfire dûr xist.