Li Iraqê 9 milyon kes di bin xeta hejariyê de ne
Tebax 26, 2022 13:17 Asia/Tehran
Rêveberê Giştî yê Beşa Çavdêrî ya Civakî ê li Wezareta Kar û Karubarê Civakî ya Iraqê diyar kir ku li Iraqê nêzî 3 mlyon malbat pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û 9 milyon mirov jî di bin xeta hejariyê de ne.
Rêveberê Giştî yê Beşa Çavdêrî ya Civakî li Wezareta Kar û Karubarê Civakî ya Iraqê Zikrî Ebdulrehîm got ku civînên wan ên ji bo plana reformê ya di sîstema çavdêriyê dewam dikin.
Zikrî dibêje pêwîstiya nêzî 3 milyon malbatan bi alîkariyê heye û got; “9 milyon welatiyên Iraqê di bin xeta hejariyê de ne. Em hewl didin bi kiryar daxwazên ji bo çavdêriya civakek dadperwer pêk bînin. Wê di nava du rojên bê de mûçeyê 75 hezar malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye were dayîn.”