Îmhakirina veşargeheke terorîstan li Enbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336057-Îmhakirina_veşargeheke_terorîstan_li_enbara_iraqê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Enbarê veşargeheke terorîstan îmha kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2022 14:59 Asia/Tehran
  • Îmhakirina veşargeheke terorîstan li Enbara Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Enbarê veşargeheke terorîstan îmha kirin.

Hîn hêmanên mayî yên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Diyale, Kerkûk, Nînowa û Enbarê berdewam in.

Ji bo ku DAIŞ û hêmanên wê yên reviyayî careke din dernekevin holê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li seranserê welêt lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahiyên vê koma têrorîst didomînin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya malpera Saddi Al-Balad (Seddî El-Beled), Tîma ragihandinê ya ewlehiya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku di du êrişên hewayî de bargeheke terorîstên DAIŞ`ê li nêzîkî “Wadî Ebû Muqanîr” li sînorên parêzgeha Enbarê (rojavayê Iraqê) hatiye armanckirin.

Di daxuyaniya tîma medyayî ya Iraqê de hatiye diyarkirin ku hêzên firqeya 7 a hêzên ewlehiyê li veşartgeha terorîstên DAIŞê lêgerîn kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di mehên dawî de hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne şaneyên razayî û paşmahî yên DAIŞê ku li deverên rojavayê Îraqê kom bûne, ji nav bibin.