Ebadî: Pêwîst e kêşeya siyasî li Iraqê were kêmkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335918-ebadî_pêwîst_e_kêşeya_siyasî_li_iraqê_were_kêmkirin
Serokê Hevpeymaniya El-Nesirê ya Iraqê ji bangewaziyuên ji bo aramkirina atmosfera siyasî ya vî welatî pêşwazî kir û ew pêwîst û nîşana hesta berpirsyariyê dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2022 08:42 Asia/Tehran
  • Ebadî: Pêwîst e kêşeya siyasî li Iraqê were kêmkirin

Serokê Hevpeymaniya El-Nesirê ya Iraqê ji bangewaziyuên ji bo aramkirina atmosfera siyasî ya vî welatî pêşwazî kir û ew pêwîst û nîşana hesta berpirsyariyê dan zanîn.

Li gorî rapora MDEAST news'ê, Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya El-Nesirê ya Iraqê û serokwezîrê berê yê Iraqê bi gotina vêya ku rewşa vî welatî gelekî hestyar e, ragihand: Kêmkirina kêşeyê li Iraqê pêwîst e û hewildana ji bo derketina ji qeyranê bûye meseleyeke neteweyî ya mezin.

Ebadî her wiha ragihand: Welatiyên iraqî daxwaza çareserkirina pirsgirêkên xwe dikin û berpirsyariya siyasetvanan raberkirina rêkaran di rêka berjewendiyên neteweyî ye.