Parlimana Iraqê: Tirkîyê dest danîye ser zêde ji nîvê pişka avê ya me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i335202-parlimana_iraqê_tirkîyê_dest_danîye_ser_zêde_ji_nîvê_pişka_avê_ya_me
Serokê Firaksîyona Sened Wetenî ya parlimana Iraqê got ku Tirkîye rêzê li qanûnên navnetewî yên têkildarî avê nagire û dest danîye ser zêde ji nîvê pişka avê ya me.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2022 11:22 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê: Tirkîyê dest danîye ser zêde ji nîvê pişka avê ya me

Serokê Firaksîyona Sened Wetenî ya parlimana Iraqê got ku Tirkîye rêzê li qanûnên navnetewî yên têkildarî avê nagire û dest danîye ser zêde ji nîvê pişka avê ya me.

Ehmed Esedî ragihand ku Tirkîyê berovajî qanûnên navnetewî zêde ji nîvê pişka avê ya Iraqê birrîye û jiEnqerê xwest ku vê yekê bi dawî bîne.

Esedî di bersiva gotinên Balyozê Tirkîyê yê li Bexdayê da jî got: Iraq ne hewcedarê şirketên tirkîyeyî ye, belkî hewcedarê sozdarîya vî welatî himberî qanûnên navnetewî û cînaretîya baş e.

Balyozê Tirkîyê li Bexdayê gotîye ku Iraq çavkanîyên avê ber bad dike û bi awayekî durist ji wan çavkanîyana sûdê wernagire, lewma berpirsê hişkesalîya li vî welatî ye.

Serokê Firaksîyona Sened Wetenî ya parlimana Iraqê herwiha got ku rêyên curbicur ên qanûnî jibo bidestxistina pişka avê ya Iraqê hene û pêgirî kir ku parlimana Iraqê wek dezgeheke fermî hewil dide bi saya hemî rêyên qanûnî pêşîya destdanîna ser avên Iraqê bigire.