Pêleke din a tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê digire ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i334128-pêleke_din_a_tozbarînê_iraq_û_herêma_kurdistanê_digire_ber_xwe
Serokwezîrê Iraqê ji ber hewaya xirab (bahoza tozê) sibê Duşanbe betlane ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2022 18:39 Asia/Tehran
  • Pêleke din a tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê digire ber xwe

Serokwezîrê Iraqê ji ber hewaya xirab (bahoza tozê) sibê Duşanbe betlane ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ofîsa serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku sibê Duşemî (23.05.2022) saziyên fermî yên Iraqê ji bilî nexweşxane, navendên tenduristî, ewlehî û xizmetguzariyê ji ber xirabiya hewayê û pêla nû bahozên dijwar ên tozê li deverên cuda yên Iraqê hatine girtin.

Pêla nû ya tozê ku tê gotin ji yên berê bihêztir e û dibe çend roj bidome, bûye sedema dilgiraniya xelkê Iraqê.

Iraq di van mehên dawî de rastî pêleke bêmînak a bahoza tozê hat û bi hezaran kes ji ber nefesê û mirina hejmarekê rakirin nexweşxanê.