Bahoza toz û xubarê li Iraqê belav bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333996-bahoza_toz_û_xubarê_li_iraqê_belav_bû
Pêla berfireh a tep û toz û bahoza xubarê rengê asimanê Bexdayê veguherandiye rengê kelpêçan û asta dîtinê bi awayekî kêmdîtî kêm bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Bahoza toz û xubarê li Iraqê belav bû

Pêla berfireh a tep û toz û bahoza xubarê rengê asimanê Bexdayê veguherandiye rengê kelpêçan û asta dîtinê bi awayekî kêmdîtî kêm bûye.

Bahoza giran hevrê di gel ba, tep û tozê, asimanê Bexdaya paytexta Iraqê û çend parêzgehên din ji wan Samera, Enbar, Necef, Kerbela û Musenayê tijî pirtikên axê kiriye.

Li gorî pêşbîniya rêxistina Hewanasiyê ya Iraqê, tep û toz li navçeya Terîbîla ser sînorê Urdinê rabûye û dê heta berêvara Duşemiyê were domandin û piraniya navçeyên Iraqê dê bigire ber xwe.

Di vê raporê da hatiye, bahoza axê li Dêrazora Sûriyê jî veguheriye bahoza qûmê û çend kes ji ber fetisînê mirine.

Îhtimal heye geştên asimanî li Iraqê ji bo astengiya zêde ya dîtina rasterast bên betalkirin.