9 serçeteyên DAIŞê li Neynewaya Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333916-9_serçeteyên_daiŞê_li_neynewaya_iraqê_hatin_kuştin
Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê êvara Pêncşemiyê qala kuştina 9 serçeteyên koma terorîst a DAIŞê li bakurê vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2022 04:20 Asia/Tehran
  • 9 serçeteyên DAIŞê li Neynewaya Iraqê hatin kuştin

Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê êvara Pêncşemiyê qala kuştina 9 serçeteyên koma terorîst a DAIŞê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, ev 9 serçeteyên DAIŞê di operasiyona hêzên iraqî da li parêzgeha Neynewaya bakurê vî welatî hatin kuştin.

Ji aliyê din va, Hêzên tîpa 31ê ya Heşda Şeibiyê jî terorîstekî DAIŞê li navçeya Bîciya parêzgeha Selahedînê kuşt.

Çend saet berê jî di êrîşa hêzên iraqî ser baregeheke DAIŞê li Kerkûkê, terorîstek hat kuştin û 8 kes hatin girtin.