Ebdulcebar: Em dê hikmê Dadgeha Federal derbarê nefta Herêma Kurdistanê de cih bînin
Wezîrê Neftê yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku derhatên neftê yên Herêma Kurdistanê ji sedî 50 yê bihaya nefta ku hatiye firotinê derbas nabin û ragehand Bexda yê hikmê Dadgeha Federal derbarê dosiya nefta Herêma Kurdistanê de, cih bîne.
Îhsan Ebdulcebar, Wezîrê Neftê yê Iraqê, di axiftinekê de ragehand, rêveberiya beşa neftê li Herêma Kurdisrtana Iraqê şaş e û derhatên neftê yên Herêma Kurdistanê ji sedî 50yê bihaya nefta ku hatiye firotinê derbas nabin.
Ebdulcebar her wiha got ku durust nîne ku nift bi buhayên pir kêmtir ji buhaya dîyarkirî ya şîrketa peydakirina bazarê bo nefta Iraqê were firotin.
Wezîrê Neftê yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku li seranserê cîhanê, ti wlatek tine ku di warê rêveberiya enerjiyê de, du siyasetên cuda hebin û destnîşan kir vê pirsgirêka li Iraqê şopa nerênî hebûye ser şêwaza hevkariya bi OPEC`ê re.
Bi vê hikmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bûye Wezareta Neftê û Dezgeha Çavadêriya Iraqê ji peymanên firotina neft û gaza Herêmê agehdar bike.