Serokwezîrê Iraqê: Liyêkgiheştina Îran û Erebistanê nêzîk e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333636-serokwezîrê_iraqê_liyêkgiheştina_Îran_û_erebistanê_nêzîk_e
Serokwezîrê Iraqê amajeyî dewra pêncê ya gotûbêj û rawêjkarîyên sîyasî di navbera Îran û Erebistanê da kir û got ku liyêkgiheştina Îran û Erebistanê nêzîk e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2022 11:30 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Liyêkgiheştina Îran û Erebistanê nêzîk e

Serokwezîrê Iraqê amajeyî dewra pêncê ya gotûbêj û rawêjkarîyên sîyasî di navbera Îran û Erebistanê da kir û got ku liyêkgiheştina Îran û Erebistanê nêzîk e.

Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê di axavtinekê da amajeyî bandora rasterast a liyêkgiheştina welatên herêmê ser xweş û başkirina rewşa Iraqê kir û got: Di muzakireyên Rîyaz û Têhranê da pêşketineke berbiçav pêk hatîye û dilnîya me ku bi zûtirkê dê Îran û Erebistan bigihêjin hevdufemkirinê.

Kazimî herwiha got: Jordabirina zêdetir a asta peywendîyên welatên herêmê maye ser vê yekê ku divê weke sîstemeke xwedîyê berjewendîyên hevpar li navçeyê mêze bikin; sîstema ku bêyî çareserkirina pirsgirêk û qeyranan nikare jêrxanên aborî dayne û pêşxistin  ûpêşketina cîhanî bi dest bixe.

Îrec Mescêdî Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê jî derbara gotûbêjên vê dawîyê di navbera Têhran û Rîyazê da ku bi mazûvanîya Bexdayê hatin lidarxistinê, got ku her du alîyan têkildarî nexşerêya muzakireyên bê lihev kirine.