Balyozê Îranê li Iraqê basa dawîn rewşa muzakireyên Îran û Erebistanê dike
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê derbara gotûbêjên vê dawîyê yên di navbera Têhran û Rîyazê da ku bi mazûvanîya Bexdayê hatin lidarxistinê, her du alîyan liser nexşerêya muzakireyên bê lihev kirin.
Îrec Mescêdî got: Di dewra pêncan a gotûbêjên di navbera Îran û Erebistanê da ku pêncşemîya buhurî di navbera desteyên her du welatan da hat lidarxsitinê, nexşerêyek jibo paşerojê hat hilkolandin. Her du alîyan hin pêşnîyar hebûn ku piştî civîna di roja pêncşemê da lihevkirinek di vî warî da pêk hat ku veguherî rexşerêyek jibo siberojê.
Îrec Mescêdî di bersiva pirsekê têkildarî ihtimala vekirina dubare ya balyozxanên Îram û Erebistanê li Têhran û Rîyazê jî got: Demajoya muzakireyên bê yê dîyar bike ka mijara vekirina dubare ya balyozxaneyan dê serê xwe bigire yan na û ev yeka maye ser muzakireyên bê.
Balyozê Îranê yê Bexdayê got ku di dewra vê dawîyê ya muzakireyan da, tişta girîng eva bû ku her du alîyan liser çarçêvekê jibo muzakireyên bê lihev kirin û eva nîşaneyeke erênî ye ku rêya siberojê jibo her du alîyan zelal dike.