Bexda: Operasiyona Tirkiyê li bakurê Iraqê tu bingeheke qanûnî tuneye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333509-bexda_operasiyona_tirkiyê_li_bakurê_iraqê_tu_bingeheke_qanûnî_tuneye
Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand, tu lihevkirinek di gel Tirkiyê derbarê operasiyona vî welatî li Iraqê pêk nehatiye û ev kiryar qanûnî nînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2022 10:18 Asia/Tehran
  • Bexda: Operasiyona Tirkiyê li bakurê Iraqê tu bingeheke qanûnî tuneye

Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand, tu lihevkirinek di gel Tirkiyê derbarê operasiyona vî welatî li Iraqê pêk nehatiye û ev kiryar qanûnî nînin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Sputnik'ê, Ehmed Sehaf, berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê got: Tirkiye hertim hjin binpêkirinan pêk tîne ku tu bingeheke wê ya qanûnî tune û li gorî tu lihevkirinekê nîne.

 

Sehaf got: Di civîna îro ya Parlimanê hin plan hatin hilêxistin ku destûra tevgera dîplomatîk li hemberî Tirkiyê dide Iraqê. Di vê civînê da bersiva ewlehî û leşkerî, her wiha bersiva aborî û siyasî hat vekolandin û aniha hewcetî bi helwêsteke siyasî heye.