'Civîna îro ya parlimanê ji bo hilbijartina sserokkomarê Iraqê nagihêje asta pêwîst'
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332803-'civîna_îro_ya_parlimanê_ji_bo_hilbijartina_sserokkomarê_iraqê_nagihêje_asta_pêwîst'
Endamekî payebilind ê Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê bi gotina vêya ku pirraniya nûnerên serbixwe bi vê taximê ra ji bo boykotkirina civîna hilbijaartina serokkomar hevrê bûne, got: Civîna îro asta pêwîst a beşdariya nûneran ji bo biryardanê bi dest naxe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2022 07:32 Asia/Tehran
  • 'Civîna îro ya parlimanê ji bo hilbijartina sserokkomarê Iraqê nagihêje asta pêwîst'

Endamekî payebilind ê Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê bi gotina vêya ku pirraniya nûnerên serbixwe bi vê taximê ra ji bo boykotkirina civîna hilbijaartina serokkomar hevrê bûne, got: Civîna îro asta pêwîst a beşdariya nûneran ji bo biryardanê bi dest naxe.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Melûmeyê, Terkî Etebî, ji endamên Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê roja Şemiyê got: 30 nûnerên serbixwe yên parlimanê ji bo boykotkirina civîna hilbijartina serokkomar bi Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê ra hevrê bûne. Loma civîna îro nagihêje asta pêwîst û dê neyê damezirandin.

Wî got: Hinek li dû vê yekê ku Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê ji qada siyasî ya Iraqê dûr bikin. Ev di halekî da ye ku Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê aliyekî bihêz di danûstandinên siyasî yên Iraqê ye.

Taxima Hevahengiya Şîeyan a Iraqê her wiha got: Gişt nîşane dibêjin ku civîna îro nagihêje asta pêwîst ji bo hilbijartina serokkomar.