Li bakurê Iraqê gorek komî hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332631-li_bakurê_iraqê_gorek_komî_hat_dîtin
Çavkaniyên medyayî ji dîtina goreke komî li bajarê Mûsilê yê Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2022 18:45 Asia/Tehran
  • Li bakurê Iraqê gorek komî hat dîtin

Çavkaniyên medyayî ji dîtina goreke komî li bajarê Mûsilê yê Iraqê agahî da.

Kanala Telegramê ya Saberin News îro Pêncşemê nivîsî, goreke din a bikom a qurbaniyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li taxa El Rifaî li rojavayê Mûsila Iraqê hat dîtin.

Li gorî raporê, pizîşkiya dadwerî ya Iraqê vekirina gora komî paşxist ji ber hebûna muhtemel a teqemeniyan, da ku berî kolandinê, were piştrastkirin ku ew ji her teqemenî û bermahiyên cebilxaneyên DAIŞê paqij e.

Di navbera salên 2014 û 2017an de, DAIŞê navçeyeke berfireh ji Iraq û Sûriyê kontrol kir û li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 200 gorên bikomî ji xwe bi cih hiştin.

Tê texmînkirin ku di van goraên komî de zêdetirî 12,000 cenaze li Iraqê û 5,000 cenace jî li bakurê Sûriyê hene.