Navên namzetên serokomariya Iraqê hatin eşkerekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332136-navên_namzetên_serokomariya_iraqê_hatin_eşkerekirin
Parlamenta Iraqê navên namzetên serokomariya Iraqê eşkere kirin. Bi giştî 33 kes ji bo erka serokkomariyê bûn namzet. Ji bo hilbijartina serokomar jî hefteya bê hatiye diyarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2022 05:30 Asia/Tehran
  • Navên namzetên serokomariya Iraqê hatin eşkerekirin

Parlamenta Iraqê navên namzetên serokomariya Iraqê eşkere kirin. Bi giştî 33 kes ji bo erka serokkomariyê bûn namzet. Ji bo hilbijartina serokomar jî hefteya bê hatiye diyarkirin.

Parlamenta Iraqê navên 33 kesên ji bo serokomariya Iraqê bûne namzet eşkere kirin ku dema duyem a serlêdanê de bûne namzet.

Li gorî daxuyaniya Parlamenta Iraqê, di serlêdana dema duyemîn de 56 kesan serlêdan kiribû, lê di 19 kesan de mercên serokomar tune bûn û 4 kesan jî xwe paşde kişandin.

Her wiha parlamenta Iraqê hefteya bê weke dema hilbijartina serokomar diyar kir. Her wiha biryara ku îro Dadgeha Federal a Iraqê ya têkildarî ‘neyasayîbûna cara duyemîn a derîvekirina ji bo namzetiya serokkomar’ bicive