Li gundê Herdan ê Şengalê gorên komî tên vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332130-li_gundê_herdan_ê_Şengalê_gorên_komî_tên_vekirin
Îro li Şengalê 7 gorên komî yên qurbaniyên êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser gundê Herdan dê werin vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2022 15:46 Asia/Tehran
  • Li gundê Herdan ê Şengalê gorên komî tên vekirin

Îro li Şengalê 7 gorên komî yên qurbaniyên êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser gundê Herdan dê werin vekirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Beriya 7 salan, li Şengalê di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi dehan gorên komî hatin dîtin û heta niha nasnameyên gelek qurbaniyan ne diyar in.

 Dê test ji terman re bên çêkirin da ku nasnameyên wan bên zanîn. Paşê dê li gorî urf û adetên êzidiyan dîsa werin veşartin.

Li gundê Herdanê bi beşdariya Baba Şêx Elî Şêx Îlyas, gelek oldarên din û şêniyên gund merasîmê dest pê kir.

Li gorî daneyên fermî, heta niha 27 gor li deverên cuda yên Şengalê hatine dîtin.