Dadgeha Fêdêral a Iraqê dema yekalîkirina dosîya Hoşyar Zêbarî dîyar kir
Sibat 09, 2022 17:37 Asia/Tehran
Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê ragihand ku yê roja yekşem 13ê mehê dosîya ku dijî Hoşyar Zêbarî hatîye vekirinê, yekalî bike.
Şayanî gotinê ye ku 3 parlimanterên YNK û parlimanterekî Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê dozek li Dadgeha Bilind a Fêdêral dijî Hoşyar Zêbarî berbijarê PDK bo posta serokomartîya Iraqê vekirin.
Bi vî awayî nika dosîyeke gendelîyê derheq Zêbarî di rojevê da ye û bi vî awayî wî mercên berbijarîya bo serokomartîyê tinene.