7 têrorîstên DAIŞê li bakura Iraqê hatin kuştinê
Hêzên emnî ragihandin ku di encama êrişa balafirên cengê yên iraqî ser çeprên têrorîstên mayî yên DAIŞê li bakura vî welatî da 7 têrorîst hatin kuştinê.
Dayra Ragihandina Emnî ya Wezareta Berevanîya Iraqê ragihand: Balafirên cengê yên F16 yên Hêza Hewayî ya Iraqê veşartgeha girîng a çekdarên DAIŞê li başûra devera Hezer li parêzgeha Nêynewayê ku weke meqera fermandetîyê dihat bikaranînê, bi awayekî deqîq kirin armanc.
Ligorî vê raporê, di encama êrişan da, veşartgeha têrorîstan tam ji nav çûye û endamên DAIŞê yên xwe tê da veşartibûn jî hatin kuştinê.
Yehya Resûl Berdevkê Serfermandetîya Hêzên Çekdar a Iraqê jî hefteya buhurî ragihand ku opêrasyona artêşa vî welatî dijî çekdarên DAIŞê destpê bûye û hêzên bejayî û hewayî yên Iraqê vê opêrasyona taybet dijî koma têrorîst a DIŞê li parêzgeha Selheddînê li bakura Bexdayê lidar dixin.