Dezgeha Dadwerîya Iraqê dosîya Zêbarî hildikole û PDk bertekê nîşan dide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331849-dezgeha_dadwerîya_iraqê_dosîya_zêbarî_hildikole_û_pdk_bertekê_nîşan_dide
Ji ber dewama nerazîbûnên himberî berbijarîya Hoşyar Zêbarî jibo posta Serokomartîya Iraqê ku derheq karnama wî ya di serdema Wezareta Karên Derve da gellek guman hebûn, Dezgeha Dawerîya Iraqê derheq vê dosîyê ket dewrê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2022 13:00 Asia/Tehran
  • Dezgeha Dadwerîya Iraqê dosîya Zêbarî hildikole û PDk bertekê nîşan dide

Ji ber dewama nerazîbûnên himberî berbijarîya Hoşyar Zêbarî jibo posta Serokomartîya Iraqê ku derheq karnama wî ya di serdema Wezareta Karên Derve da gellek guman hebûn, Dezgeha Dawerîya Iraqê derheq vê dosîyê ket dewrê.

Dezgeha Dadwerîya Iraqê tawanbarkirina Hoşyar Zêbarî berbijarê PDK jibo posta Serokomartîya Iraqê di warê bertîldayînê da hildikole.

Dezgeha Dadwerîyê ya Iraqê di belgeyekê da bo Dadgeha Bilind a Fêdêral ragihand ku ligorî daxwaza 3 parlimanterên vê dewra parlimanê, derbarê kiryara Hoşyar Zêbarî Wezîrê Karên Derve yê berê da ku enqest zîyan gîhandîye milk û berjewendîyên Wezareta Karên Derve di dema erkdarîya xwe da û 3 milyard û 771 milyon û 20 hezar û 844 dînar xerc kirîye, lêkolînê dike.

Mesûd Heyder Rawêjkarê berê yê PDK jî wek berteka himberî vê mijarê got: Nasandina Hoşyar Zêbarî piştî qonaxa hilkolandinê, qewimîye. Zêbarî mercên pêwîst jibo vê postê hene.