Firaksyona Sedrê civîna hilbijartina Serokomarê Iraqê boykot kir
Sibat 05, 2022 12:40 Asia/Tehran
Serokê Bereya Sedir a Iraqê muzakireyên bi firaksyonên sîyasî ra rawestandin û ji parlimanterên firaksyona xwe xwest ku di civîna hilbijartina Serokomar da pişikdar nebin.
Hesen Ezarî Serokê Fraksyona Sedrê li parlimana Iraqê di civîneke çapemenîyê da got: Ligorî fermana Muqteda Sedir Serokê Bereya Sedrê muzakireyên bi firaksyonên sîyasî derbarê pêkanîna kabîna bê ra heta ragihandineke din hatin rawestandin.
Wî got: Endamên Firaksyona Sedrê bilî Hakim Zamlî Cîgirê Yekem ê Serokê Parlimanê nabe di civîna hilbijartina serokomar li parlimaê da pişikdar bin.